Saturday, July 4, 2020
Homemanshet300 Cinaze ji komgora Fixêxa ya Reqqayê hat derxistin
manshetNûçe

300 Cinaze ji komgora Fixêxa ya Reqqayê hat derxistin

Reqqa – Tîmên tendirustî yên girêdayî meclisa Reqqayê ya sivîl derxistina cinazeyan ji komgora Fixêxa ya ku DAIŞ’ê pêk anîbû, didomînin.

Serokê tîmê Yasir El-Xemîs tekez kir ku ev mezintirîn komgor e û ta niha nêzî 300 cinaze jê hatine derxistin.

Di komgorê de cinazeyên endamên DAIŞ’ê bi xwe hene ku bi cilên xwe hatin naskirin û sivîlên hatine kuştin an serjêkirin jî hene, ev yek ji aliyê pijişkiya şeri-î hatiye belgekirin.

Yasir dibêje pir zehmet e hejmara cinazeyan were naskirin ji ber ku ev gor wek tûnel hatiye kolandin û cinaze bi ser hev de hatine berdan.

Her wiha Yasir El-Xemîs tekez kir ku wan heta niha 4 hezar cinaze ji Reqqayê derxistine.

Hêjayî gotinê ye ku li taxa Panorama ya Reqqayê jî 4 komgor hatine dîtin û dê di van rojên pêş de werin vekolîn.

 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *