Şerê û operasyonên hêzên me yên li dijî koşeya dawî ya DAIŞ’ê berdewam in û encama şerê 24 saetan wiha ye:
Şervanên me bê navber êrîşî çeteyan kirin û dikaribûn hinek gavan pêşde herin, şer giran bû û çeteyan hewil dan ku êrîşeke dijber pêk bînin lê şervanên me bersiva wan dan û gelek ji wan kuştin.
Li baskekî din jî şervanan êrîşî çeteyan kirin û hemwextî wê balafirên koalisyona navdewletî bombe bi ser çeteyan de barandin.
Li aliyekî din ji ber ku şer û êrîşa şervanên me giran bû çeteyan hewil dan di riya êrîşên xwekuji de me bişkînin, 8 çeteyan xwe teqandin û di encama wê de 4 şervanên me şehîd bûn û 8 şervan birîndar bûn.