Çeteyên DAIŞ’ê derbên giran ji aliyê şervanên me ve dixwin, ji ber wê çeteyan êrîşeke dijber li dijî şervanên me pêk anî.
Çeteyan endamên xwe yên herî hov kom kirin û di nav wan de gelek xwekuj hebûn, di encama êrîşê de şer û pevçûn bi giranî rû dan û tevî ku çeteyan çekên giran bikar anîn lê şervanên em bersiva wan dan û êrîşa wan têk birin.
Hemwextî wê balafirên koalisyonê deverên çeteyan bombe dikirin.
Di saetên vê sibehê de çeteyan careke din hewil dan êrîş bikin û pevçûnên giran rû dan, di encamê de 15 terorîst hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Rêxistina DAIŞ’ê di hewildanên xwe de têk çû û nikaribû pêşde were tevî ku bi 20 endamên xwekuj êrîş kir.
Baladariya şervanên me planên wan têk birin û hevalên me tu ziyan nedîtin.
Encama dawî wiha ye:
– Hejmara kuştiyên terorîstan: 112 kuştî bi dehan jî birîndar.
– Derbeyên balafirî: 55.
– Wendahiyên terorîstan: 2 erebe û 5 deverên leşkerî hatin rûxandin.