Wednesday, September 28, 2022
HomemanshetLi Minbicê akademiya xweparastinê dewreyek perwerdê vekir
manshetNûçe

Li Minbicê akademiya xweparastinê dewreyek perwerdê vekir

Minbic – Îro akademiya şehîd “Omer Nebo Hesen” dewreya 7’an ya ji bo perwerdekirina 320 şervanan vekir.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan û tûrena leşkerî ya şervanan dest pê bû, piştî wê cîgirê hevserokê komîteya xweparastinê Ûsama Mihemed dewre li şervanan pîroz kir û tekez kir ku perwerde di jiyana şervanan de ji bo parastina welêt girîng e.

Mihemed got:

“bila her êrîşkarek zanibe ku berxwedana me ji temenê wan mezintir e”.

Merasîm bi xwendina sonda leşkerî bi dawî bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published.