Saturday, May 28, 2022
HomemanshetQSD’ê du şervanên rizgarkirî radestî malbatên wan kirin
manshetNûçe

QSD’ê du şervanên rizgarkirî radestî malbatên wan kirin

Reqqa – Îro roja Pêncşemê rêveberiya QSD’ê li Reqqayê du şervanên xwe yên ku ji penca DAIŞ’ê rizgar kiribûn, radestî malbatên wan kirin.

Di radestkirinê de fermandarên QSD’ê tev ofîsa têkiliyên leşkerî û malbatên şervanan beşdar bûn.

Her du şervan ji Reqqayê ne û piştî ku bajarê xwe rizgar kirin beşdarî pêngava Bagera Cizîrê bibûn.

Dema ku hewil didan hinek sivîlan rizgar bikin ji aliyê DAIŞ’ê ve berî 5 mehan hatibûn girtin.

Malbatên şervanan pir kêfxweş bûn û spasiya QSD’ê kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *