Reqqa – Îro şêniyên Reqqayê cinazeyê şehîd “Ismaîl El-Îsa” li goristana şehîdan a gundê Keramê, oxir kirin.ê
Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû piştre şervanan tûrena leşkerî pêşkêş kirin.
Di merasîmê de fermandara QSD’ê Jîn Reqqa axivî û got:
“Ji vê devera pîroz em şehîdekî xwe oxir dikin, hevalê me ji bo dawîkirina terorê xwe feda kir em jî soz didin ku em ê armanca wî bi cih bînin”.
Bi navê meclisa malbatên şehîdan Rûqeya Hemûd qala lehingiya şehîdan kir û got:
“Em bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin, wan di oxir azadiya welatê xwe de giyanê xwe erzan kirin. Ger ne ji şehîdan ba me nikaribû tiştek avakiriba”.
Her wiha meclisa malbatên şehîdan nasnameya 7 şervanên ku li Dêra Zorê şehîd bibûn eşkere kir.
Merasîm bi xwendina nasnameyên şehîdan bi dawî bû.