Home ⁄ manshet ⁄ Şêniyên Hesekê 3 şehîdên xwe oxir kirinmanshetNûçe Şêniyên Hesekê 3 şehîdên xwe oxir kirin kurdi March 14, 20192240 Share on FacebookTweet on Twitter Îro şêniyên Hesekê cinazeyê 3 şehîdên li Dêra Zorê şehîd bibûn li goristana şehîdan a gundê Dawidiyê oxir kirin. Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû piştre şervanan tûreneke leşkerî pêşkêş kirin. Rêvebera meclisa malbatên şehîdan Ezîza Hisên di merasîmê de axivî û got: “Em bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînin, wan jiyana xwe ji bo welatê xwe de erzan kirin. Ew her dem di dilê me de dijîn”. Bi navê hêzên leşkerî fermandarê QSD’ê Şiyar Hesekê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got şehîdên me xeta me ya sereke ne. Hesekê got ku dê xwîna hevalên me wenda nebe em ê armanca wan pêk bînin û welatekî azad ava bikin. Merasîm bi xwendina nasnameyên şehîdan bi dawî bû. Navên şehîdan wiha ne: – Zîlan Qenber. – Şiyar Mihemed. – Fadî El-Hesen. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk 3 şehîdFadî El-HesenHesekêŞiyar MihemedZîlan Qenber Share on FacebookTweet on Twitter Post navigation Previous Article Reqqayê şehîdekî xwe oxir kir Next Article Polîsên Tirafîka Reqqayê hatin xilatkirin kurdi Leave a Reply Cancel reply Your email address will not be published. Required fields are marked *Name * Email * Website Comment Notify me of follow-up comments by email. Notify me of new posts by email.