Saturday, August 15, 2020
HomeDaxuyanîEncama 24 saetan ji şerê têkbirina terorê
DaxuyanîmanshetNûçe

Encama 24 saetan ji şerê têkbirina terorê

Çalakiyên me li dijî rêxistina terorîst li bajaroka Baxozê berdewam in, duh bi şev nêzî 1,300 terorîstî tev malbatên xwe radestî hêzên me bûn.

Her wiha şervanên me êrîş birin ser kombûneke çeteyan û di encama pevçûnên giran de gelek çete hatin kuştin, hemwextî wê balafirên koalisyonê çete bombe dikirin.

Di dema karkirina erebeyeke me de mayînek pê de teqiya lê tu ziyan negihişt şervanên me.

Şervanekî me di pevçûnên giran de gihişt asta şehadetê.

Encama dawî wiha ye:

– Hejmara kuştiyên terorîstan: 19 kuştî û gelek birîndar.

– Wendahiyên terorîstan: 2 erebe û 2 navendên leşkerî hatin rûxandin.

– Derbeyên balafirî: 13.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *