Encama 24 saetan ji şerê têkbirina terorê

0 57

Şervanên me êrîşî çetreyan kirin û şerên giran rû dan, di encamê de bi dehan çete hatin kuştin di nav wan de 4 serçete hebûn. Her wiha şervanên me hejmareke mezin ji çek û alavên DAIŞ’ê bidest xistin.

Li baskekî din pevçûnên giran di navbera şervanên me û terorîsta de rû dan, gelek terorîst hatin kuştin û hemwextî wê balafirên koalisyonê deverên rêxistina terorîst bombe kirin. Li vir jî bi dehan çek û alav ketin destên me.

Heta amadekirina vê bîlançoyê pevçûn bi awayekî berdwam bûn.

Encam dawî wiha ye:

– Hejmara kuştiyên terorîstan: di nav wan de 4 serçete 29 hatin kuştin.

– Çekên ketine destên me: 69 kilaşînkov, 3 BKC, 1 RBG û 1 B7, 2 çekên zagros, bi sedan guleyên doşka ji hemû cûreyan, bi sedan guleyên BKC, 2 topavêjin RBG, 12 topavêjin hawin cûre 82 û 2 jî cûre 60, 10 bingeh ên moşekên ispitçîno, 13 cercûrên kilaşînkov û 500 guleyên BKC.

– Wendahiyên terorîstan: 14 erebe hatin teqandin, bendeke kontrolê û navendeke leşkerî hatin rûxandin.

– Derbeyên balafirî: 18.

17’ê Adara 2019

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.