Friday, January 15, 2021
HomeDaxuyanîJi bo raya giştî
DaxuyanîmanshetNûçe

Ji bo raya giştî

Şerê hêzên me yê tunekirina rêxistina DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe berdewam e û ta niha şervanên me serkeftinên mezin pêk anîne û rêxistina terorîst tenê di cihekî biçûk de li bajaroka Baxozê dorpêçkirî maye.

Piştî ku hêzên me bi deh hezaran sivîlên ku DAIŞ’ê wek mertal bikar danîn rizgar kirin û di bin bandora derbeyên şervanan û desteka balafirên koalisyonê, hejmarek mezin ji endamên rêxistinê tev malbatên xwe neçarî radestîbûnê man her wiha bi sedan jî hatin kuştin.

Di vê daxuyaniya xwe de me bîlançoya hejmara sivîlan, endamên DAIŞ’ê tev malbatên wan her wiha hejmara şehîdên me ji dîroka 9’ê Çileya 2019’an û heta vê dîrokê amade kiriye.

1- Hejmara terorîstên radest bûne tev malbatên wan: 29,000 terorîst.

2- Hejmara terorîstên bi çalakiyên taybet hatine girtin: 520 terorîst.

3- Hejmara sivîlên hatine derxistin: 37,000 sivîl.

4- Hejmara kuştiyên terorîstan: 1,306 bi dehan birîndar jî hene.

5- Hejmara şehîdên me: 11 şehîd.

6- Hejmara birîndarên me 61 birîndar.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *