Friday, June 18, 2021
HomemanshetTebqayê du şehîdên xwe oxir kirin
manshetNûçeŞehîdên me

Tebqayê du şehîdên xwe oxir kirin

Tebqa – Îro şêniyên bajarê Tebqayê û gundewarên wê cinazeyê du şehîdên xwe oxir kirin.

Di merasîmê de fermandarên leşkerî, endamên rêveberiya sivîl, şêniyên bajêr û malbatên şehîdan beşdar bûn.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan  û tûrena leşkerî ya şervanan dest pê bû.

Bi navê hêzên leşkerî Mihemed Ebdullreûf axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û tekez kir ku destkeftiyên Bakurê Sûriyê bi saya xwîna wan e, Ebdullreûf soz da ku dê heta dawîkirina terorê li ser riya şehîdan bin.

Merasîm bi xwendina nasnameyên şehîdan bi dawî bû.

Navên her du şehîdan wiha ne:

– Ûsama Tebqa.

– Elî Tebqa.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *