Wednesday, June 29, 2022
HomemanshetEncama 24 saetan ji şerê têkbirina terorê
manshetNûçe

Encama 24 saetan ji şerê têkbirina terorê

Şervanên me êrîşî dever û kombûnên çeteyan li bajaroka Baxozê kirin, şerên giran li vir rûdan û çeteyan çekên giran bikar anîn, di encamê de panzêreke me derb xwar lê ziyan nedît.

Li nêzî nuqteyeke me 4 terorîstên xwekuj xwe teqandin, li vir şervanekî me bi sivikî birîndar bû û di encama şerên giran de bi dehan çete hatin kuştin û şervanên me 28 nuqte paqij kirin.

Hêzên me dereng pêş de diçin ji ber ku tûnel û mayîn li herêmê pir in.

Li baskekî din şervanên me pêş de çûn û 20 nuqte paqij kirin, li vir 3 jinên xwekuj li nêzî şervanên me xwe teqandin, di encamê de şervanekî me şehîd bû û 3 jî birîndar bûn niha tên dermankirin.

Dema ku şervanên me derbasî nuqteyekê bûn zarokekî di encama teqîna jinên xwekuj de birîndar bibû dîtin, şervanan ew rakirin nexweşxaneyê.

Hemwextî van pêşketinan balafirên koalisyonê çete bombe dikirin.

Li baskekî din şer û pevçûnên giran di navbera şervanên me û endamên DAIŞ’ê de pevçûnên giran heta çend saetan qewimîn, şervanên me dikaribûn li vir 13 nuqteyan paqij bikin.

Di van pevçûnan de şervanekî me giha asta şehadetê.

Hetya amadekirina vê encamê şer bi awayekî demkî berdwam bû.

Encama dawî wiha ye:

– Hejmara kuştiyên terorîstan: 87.

– Hejmara terorîstên xwe teqandin: 7 di nav wan de 3 jin hebûn.

– Wendahiyên terorîstan: deboyeke çekan hat teqandin.

– Şehîdên me: 2.

– Birîndarên me: 5.

18’ê Adara 2019

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *