Li Tebqa dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin

0 46

Tebqa – Bi boneya derbasbûna salek ji dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên mertala Firatê û derxistina gelê resen, rêveberiya sivîl a Tebqayê û meşeke mezin ji bo şermezarkirina dagirkeriyê lidar xist.

Meş ji lîstegha El-Xaz ber bi navenda bajêr ve birê ket, meşvanan siloganên şermezarkirina kiryarên dagirkeran qîr kirin.

Di meşê de şêx Hamid El-Ferec endamê meclisa zagons axivî û tekezî li ser girêdana bi Efrîna Sûrî kir û banga dewamkirina berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyê kir.

Her wiha El-Ferec got:

“Tirkiyê hewil dide guhertineke demografîk pêk bîne ji bo ku nasnameya wê ya resen têk bibe û bike bajarekî xwe, lê dê planên Tirkiyê biser nekevin ji ber ku hîna berxwedan dewam e û em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin”.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.