HomeDaxuyanîMeclisa Reqqayê ya Sivîl kiryarên li dijî Efrînê şermezar kir
DaxuyanîmanshetNûçe

Meclisa Reqqayê ya Sivîl kiryarên li dijî Efrînê şermezar kir

Meclisa Reqqayê ya sivîl bi daxuyaniyekê sûcên li Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve tên kirin şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê Xalid Mûsa hevserokê komîteya dad civakî ve hat xwendin:

“Bi destpêka aloziya Sûriyê re dewleta Tirk di kesayeta pariya AKP’ê de li dijî gelê Sûriyê planan pêk tîne, vê yekê şoreşa Sûriyê têk bir.

Îro jî salvegera êrîşa hovane ya li dijî Efrînê ye ku di bingehê xwe de li dijî gelê Sûriyê ye.

Dewleta Tirk şûnwarên dîrokî yên Efrînê bombe kirin û  xwest ku çanda gelê Efrînê têk bibe, her wiha bi hezaran gel ji cihê xwe derket û kesên ne resen li şûna wan bi cih bûn.

Her wiha bi sedan zarokên Efrînê li hember bêdengiya cîhanê ji bo pêkanîna erka xwe ya exlaqî şehîd bbûn.

Em hemû şehîdên Efrînê di serî de Avêsta Xabûr û Barîn Kobanê bibîr tînin.

Her wiha em bi tundî kiryarên hovane û nemirovî şermezar dikin û em li hember bêdengiya cîhanê ya di derbarê Efrînê de şaş û mat dimînin.

Em wek gelên Reqqayê dibînin ku êşa Efrînê ya gelê Sûriyê ye û em bang li gelên cîhanê dikin ku bibin xwedî helwest û sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk re deynin.

Şehîd namirin.

Rûreşî ji dijminên miroahiyê re.

Bijî Sûriyake azad hevgirtî demokrat pirreng û nenavendî.

Meclisa Sivîl a Reqqayê

18’ê Adara 2019

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *