Monday, November 23, 2020
HomemanshetReqqayê şehîdekî xwe oxir kir
manshetNûçeŞehîdên me

Reqqayê şehîdekî xwe oxir kir

Şêniyên Reqqayê bi merasîmeke bi heybet cinazeyê şehîd Hisên El-Ode oxir kir, di merasîmê de fermandarên QSD’ê hêzên ewlehiya hindirîn û endamên rêveberiya bajêr tev şêniyan amade bûn.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê bû û piştre hêzên ewlehiya hindirîn tûreneke leşkerî pêşkêş kirin.

Di merasîmê de Hecî Mihemed gotinek bi navê hêzên ewlehiya hindirîn kir û hemû şehîd bibîr anî. Hecî got:

“Em îro jî şehîdekî di oxir erka xwe de şehîd bûye oxir dikin, em soz didin ku em ê li ser riya wan bin riya azadî û rûmetê”.

Bi navê meclisa malbatên şehîdan Hella El-Hesen got:

“Gotin nikarin wesfên şehîdan bidin, wan bi xwîna xwe axa welatê me avdan tenê em dikarin soza şopandina riya wan bidin”.

Merasîm bi xwendina nasnameya şehîd bi dawî bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *