Wednesday, December 1, 2021
HomeDaxuyanîRêveberiya jin bêdengiya di derbarê Efrînê de şermezar kir
DaxuyanîmanshetNûçe

Rêveberiya jin bêdengiya di derbarê Efrînê de şermezar kir

Rêveberiya jinê li bajarê Reqqayê di derbarê dagirkeriya Osmanî ya li ser Efrînê daxuyaniyek da.

Rêvebera di meclisa jin de Necah Mihemed Mehmûd daxuyanî xwend:

“Salek li ser dagirkeriya Efrînê derbas dibe û beşek ji xaka Sûriyê ji aliyê hişmendiya Osmanî ve hate qutkirin. Vê hişmendiyê 400 salî herêm dagir kiribû û niha jî qirêjtirîn kiryarên dijmirovî li dijî gelê Efrînê darên wê û cihwarên dîrokî pêk tîne.

Dagirkerî li dijî jinên Efrînê kiryarên kuştin, êşkence, tecawiz û bombebaran bi xazên kîmyewî pêk tîne.

Tevî vê yekê jî gelê Efrînê bi xaka xwe ve girêdayî me.

Gelê Efrînê soza berxwedanê da, ev yek di kesayeta jinên wek Avêsta Xabûr û Barîn Kobanî de pêk hat. Avêsta û Barînê ji her kesî tekez kirin û gelê Efrînê xwedî girêdanek pir mezin e.

Em wek jinên Reqayê soza piştgiriya bi Efrînê re didin, çawa ku herêm ji terora DAIŞ’ê hat rizgarkirin dê Efrîn jî were rizgarkirin.

Em bi tundî bêdengiya rêxistinên Hiqûqî li hember kiryarên dewleta Tirk ên li dijî jin û gelê Efrînê şermezar dikin, ev yek helwesta wan jî diyar dike.

Efrîn dilê her Sûriyekî azad e.

Efrîn dayîka berxwedanê ye

Şehîd namirin.

Bijî Efrîna azad û serkeftî.

Bijî vîna jina azad.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *