Monday, October 25, 2021
HomemanshetDewreya duyem ya Erka Xweparastinê li Reqqayê dest pê bû
manshetNûçe

Dewreya duyem ya Erka Xweparastinê li Reqqayê dest pê bû

Reqqa – Akademiya şehîd Ehmed Elî dewreya duyem a erka xweparastinê bi navê dewreya “Şehîdên Pêngava Baxozê” ji bo 200 şervanî dest pê kir.

Di merasîma vekirinê de fermandarên QSD’ê û endamên komîteya erka xweparastinê amade bûn.

Vekirin bi deqeyekê rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê bû, piştre Semîra Ehmed bi navê komîteya xweparastinê dewre li şervanan pîroz kir û got:

“Erka hemû şervanan e ku berpirsiyariya parastina welat bigirin ser milê xwe, divê hûn kedeke mezin bidin ta ku hûn erkên xwe bi cih bikin”.

Merasîm bi sonda leşkerî bi dawî bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *