Encama 24 saetan ji şerê têkbirina terorê

0 51

Çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst êrîşeke mezin li eniyên pêş ên Baxozê pêk anîn, di encamê de pevçûnên giran rûdan û bi dehan çete hatin kuştin her wiha êrîşa wan têk çû. Hemwextî wê balafirên koalisyonê çete bombe dikirin, di van pevçûnan de şervanekî me giha asta şehadetê.

Li baskekî din dema hewildana DAIŞ’ê ya êrîşê şer û pevçûnên giran di navbera me û çeteyan de qewimîn, şervanên me bersiva êrîşa wan dan û bi dehan kuştiyên wan çêbûn.  Ji ber wê neçar man ku paşde vegerin.

Di van pevçûnan de şervanekî me şehîd bû û hin şervanên me birîndar bûn.

Li baskekî sêyemîn jî pevçûnên giran di navbera me û çeteyan de rûdan, şervanên me bersiva wan dan û di heman demê de balafirên koalisyonê ew bombe kirin. Çete neçar man ku birevin û li vir du şervanên me birîndar bûn.

Bi çalakiyeke taybet hêzên me yên taybet 157 terorîst tev alavên wan ên leşkerî girtin.

Çeteyên hatine girtin ji welatên biyanî ne.

Berî saetên nîvroj hêzên me kampa Baxozê bi temamî xist bin kontrola xwe, lê hîna hin çete li rex çemê Firatê bi cih bûne.

Hêzên me hewil didin wan radest bigirin an jî wan tune bikin.

Hêzên me bi awayekî mirovî tev geriyan û bi sedan birîndarên DAIŞ’ê ji kampê derxistin.

Encama dawî wiha ye:

– Hejmara kuştiyên terorîstan: 288.

– wendahiyên terorîstan: riyeke leşkerî û 5 navend hatin rûxandin.

– Derbeyên Balafirî: 43

– Şehîdên me: 13

– Birîndarên me: 19

19’ê Adara 2019

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.