Sunday, November 29, 2020
HomemanshetAkademiyên QSD sê dewreyên perwerdeyê vekirin
manshetNûçe

Akademiyên QSD sê dewreyên perwerdeyê vekirin

EYN ÎSSA – Akademiya Şehîd “Sariya Ronahî” û Akademiya Şehîd “Feyad El-Şiblî”, îro çarşemê dewreya heftemîn a perwerdeyê vekirin. Di nava dewreyê de 44 şervanan cih girt û dewre bi navê Şehîd Dijwar Iraqî û Şehîd Seqir Mensûr hatin organîzekirin.
Li aliyekî din Akademiya Şehîd “Lorens” a Fermandaran, dewreya xwe ya 11’emîn destpê kir ku ji 67 şervan pêk tê û bi navê Şehîd “Polat Dêrik” hate vekirin.
Ew dewreyên leşkerî bi toreneke leşkerî û xuleyek rêzgirtin li ser giyanê pakrawanan dest pê kirin.
Li Akademiya Şehîd “Sariya Ronahî” wê şervan waneyên ramyarî, her wiha waneyên fêrbûna bikaranîna sekvaniyê bibînin. Li Akademiya Şehîd “Feyad El-Şiblî” jî wê perwerdeya rakirina mayîn û teqemeniyan were dayîn.
Dewreya Akademiya Şehîd “Lorens” jî wê du mehan dirêj bike û tê de waneyên siyasî, çandî, rêbazên birêvebirinê, birêxistinkirin werin pêşkêşkirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *