Alîkariyeke bêyî sînor ji bo nêçîrvanên Tebqa

0 556

TEBQA – Komîteya Aborî ya Tebqayê alîkariya xwe ya ji bo nêçîrvanan berdewam dike. Ew alîkarî bi riya Yekîtiya nêçîrvanan pêk tê ku pirsgirêkên wan çareser dike û alîkariya pêwîst ji bo wan pêşkêş dike mîna gemî, alavên nêçîrvaniyê û hwd.

Di vê çarçoveyê de Gerînedeya Çandiniyê ya girêdayî Komîteya Aborî ya Tebqa bi alîkariya Şaxê Sewaldariyê û Bernameya Xizmetguzariyên Bingehîn piştgiriyê dide xebatên nêçîrvanan li Tebqayê.

Ji rêveberên Şaxê Sewaldariyê Sara El-Şêx tekez kir ku wan hemû pêdiviyên nêçîrvanan wergirtine û dê wan pêdiviyên li 120 nêçîrvanan belav bikin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.