Sunday, July 12, 2020
HomeCihêrengBuhayê sebzeyan pir bilind bûye
CihêrengmanshetNûçe

Buhayê sebzeyan pir bilind bûye

REQQA – Li bazarên bajarê Reqqayê di demên dawiyê de buhayên sebzeyan bi hemû reng û cureyên xwe bilind bûye.

Sedema buhabûnê jî ew e ku ji ber lehiyên avê riyên sereke hatine girtin û ew sebze nema derbasî bajêr têne kirin, bi taybet riya di navbera bajarê Qamişlo û Iraqê de.

Gumrika li ser madeyan jî roleke mezin di bilindbûna buhayan de dilîze, ku ji aliyê rêveberiyên herêman hatiye danîn.

Ji rêveberên Bazara Sebze ya bajarê Reqaa Ebdullah El-Hisên diyar kir ku ew pir mezin a li Qamişlo ku hatiye birîn roleke mezin di bilindkirina buhayan de lîst.

El-Hisên bang li xelkê deverê kir ku çandina sebzeyan zêde bikin da ku herêm xwe bi xwe têr bike û pêdivdarî derve nebe.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *