Thursday, September 24, 2020
HomeCihêrengJi bo taxa Rimêla xeteke nû ya avê
CihêrengNûçe

Ji bo taxa Rimêla xeteke nû ya avê

REQQA – Şaredariya Gel a bajarê Reqaa dest bi danîna xeta nû ya ava vexwarinê ji bo Taxa Rimêla ya bajarê Reqqayê kir. Ev yek piştî gelek gilî û gazinc ji aliyê hemwelatiyên taxê ve pêk hat.

Şaredariyê piştî giliyên welatiyan, dest bi xebatên kolandinê kir û xeta berê ya ava vexwarinê rakir ku hêza wê 2 Inch bû û li şûna wê xeteke nû ya bi hêza 4 inch danî.

Serokê Şaxê Ava Bajarê Reqqa li Şaredariya Gel Elî El-Şerîf got, “Xeta berê bi temamî hatibû girtin ji ber wê hate guhertin. Wê li çend deverên din jî li bajêr xet werin nûkirin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *