Li Hesekê pêngava çandina daran dest pê dike

0 553

HESEKÊ – Komîteya Şaredariyan a bajarê Hesekê pêngaveke paqijkirin û çandina daran li taxên bajêr dest pê kir.

Alîkarê Hevserokatiya Şaredariya Gel a Rojhilatê Hesekê Aljî El-Xalid got, “Me bernameyek ji bo paqijkirinê daniye, em haziriyan jî dikin ku pêngaveke çandina daran li bajêr bidin destpêkirin. Ev jî wê bi hevahengiya komîteyên peywendîdar were kirin da ku tiştên pêwîst ji bo me peyda bikin.”

El-Xalid bangewazî li hemwelatiyan kir ku alîkariyê pêşkêşî şaredariyê bikin û bal kişand ku pêşketina bajaran bi hevgirtin û hevkariya xelkên wan bajaran pêk tê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.