Sunday, July 12, 2020
HomemanshetNivîsgeha Malbatên Şehîdan serdana çend malbatan dike
manshetNûçe

Nivîsgeha Malbatên Şehîdan serdana çend malbatan dike

TEBQA– Nivîsgeha Malbatên Şehîdan a Tebqayê îro şemiyê sardana çend malbatên şehîdan ên li taxên bajarê Tebqayê kir û rewşa wan ji nêz ve şopand da ku pirsgirêkên wan çareser bike.

Ji rêveberên Nivîsgeha Malbatên Şehîdan Emîra Mihemed anî ziman: “Şehîd ew in ku canê xwe di riya azadiyê û rizgarkirina axê de pêşkêş kirine. Ji ber wê yekê pêwîste em riya wan dewam bikin û alîkariyê bidin malbatên wan.”

Mihemed ev jî li axaftinên xwe zêde kir: “Me serdana 4 malbatan kir û li pirsgirêkên wan guhdar kir. Ev diyar dike ku Hêzên Sûriya Demokratîk xwedî li malbatên şehîdên xwe derdikeve.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *