Sunday, July 12, 2020
HomemanshetStudyoya Mûzîka Ciwanan hat vekirin
manshetNûçeفن

Studyoya Mûzîka Ciwanan hat vekirin

HESEKÊ – Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Hesekê îro şemiyê Studyoya Mûzîka Ciwanan li navenda Tevgera Xwendekaran a li taxa El-Nasira vekir. Di wê studyoyê de kadroyekî pispor ê tomarkirina deng û dîmenan kar dike.

Di merasîma vekirina studyoyê de rêveberên Komîteya Ciwan û Werzîşê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, her wiha fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk û malbatên xwendekaran beşdar bûn.

Berdevkê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya kantonê Mehmûd Şêxo da zanîn ku armanc ji projeyê piştgiriya wan ciwanan e ku xwedî dengên xweş in. Wê deng û dîmen bi alavên pêşketin werin qeydkirin bi serperîştiya kadroyekî endizyarî yê pispor.

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *