Thursday, September 24, 2020
HomemanshetXelkê Hesekê şehîdên Adarê bi bîr tînin
manshetNûçe

Xelkê Hesekê şehîdên Adarê bi bîr tînin

HESEKÊ – Şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wê 65 şehîdên meha Adarê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê bi bîr anîn.

Di merasîma bîranînê de endamên Rêveberiya Sivîl û Şandeya ji Rêveberiya Xweser a Hevbeş û çend fermandarên leşkerî amade bûn.

Bîranîn bi xuleyeke rêzgirtinê li ser gihanê pakrawanan dest pê kir, piştre bi navê Encumena Malbatên Şehîdan Mihemed Darî axaftinek pêşkêş kir.

Darî di axaftina xwe de ji bo tevahiya malbatên şehîdan sersaxî xweset û soz dan wan ku riya zarokên wan bi xwîna xwe xêz kirine, berdewam bikin.

Paşê li ser navê hêzên leşkerî Şiyar Delîl axivî û tekez kir ku Hêzên Sûriya Demorkatîk şerê tunekirina terorê berdewam dikin, her wiha wê şerê şaneyên razayî bidomînin ku dixwazin aramiya herêmê têk bibin.

Merasîm bi xwendina navên wan şehîdan bi dawî bû, ku di meha adarê de ji bo parastina xaka welat canê xwe feda kirine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *