Li kolanên rojhilatê Hesekê pêngava paqijkirinê

0 556

HESEKÊ – Şaredariya Gel a aliyê rojhilatê bajarê Hesekê dest bi pêngaveke berfireh a paqijkirin tax û kolanan kir, ev yek piştî demekê ji lehiyên avê û baranên dijwar li herêmê pêk tê.

Li taxên bajêr piştî lehiya dijwar gemar û çop li ser hev kom bibûn û ji ber wê yekê şaredariya xwest wan taxan paqij bike.

Yek ji çavdêrên bernameya karê şaredariyê Îsa Ehmed e, dibêje: “Niha li taxa Sînayî ya bajarê Hesekê em gemarê vediguhêzin derveyî bajêr.”

Li gorî plana komîteya şaredariyan a Hesekê, dê tevaya taxên bajêr werin paqijkirin, da ku careke din rê û toreyên kenalîzasyonan neyên girtin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.