Sunday, July 12, 2020
HomeCihêrengLi Reqqa pêngava çandina daran
CihêrengmanshetNûçe

Li Reqqa pêngava çandina daran

REQAA – Şaxê Daristanan ê Komîteya Hawirdorê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Reqqa, çandina daran projeyek dest pê kir.

Hevseroka Şaxê Hawirdorê ya Şaredariya Gel Buseyna El-Mihemed got, “Bi hatina demsala çandiniyê re, me lêkolîneke berifreh çêkir da ku daran li navbera riyan bidin çandin. Hin darên kevn heye wê bêne qutkirin û li şûna wan darên nû werin çandin.”

El-Mihemed zêde kir, “Em ê rexriyên bajêr yên xerabe ji ber avahiya Etfaiyê hetanî Nexweşxaneya El-Meşhedanî û Çerxeriya El-Neyîm sererast bikin.

Hêjayî gotinê ye, kolanên Hîşam Bin Ebdulmelek û Ebdulselam El-Icêlî bi temamî dar lê hatine çandin û hemû pêdiviyên riyan hatin sererastkirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *