Wednesday, September 28, 2022
HomeCihêrengHesekê Cejna Ekîto pîroz dike
CihêrengmanshetNûçe

Hesekê Cejna Ekîto pîroz dike

HESEKÊ – Pêkhateyên bajarê Hesekê bi şahiyekê Cejna Ekîto ya 6769 pîroz kirin. Şahî li Xwaringeha Nuxba hat lidarxistin.

Pêkhateyên Suryan, Ereb, Kurd, Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo û Hevserokê MSD‘ê Riyad Derar beşdarî şahiyê bûn û axaftin kirin.

Di axaftinan de Cejan Ekîto li tevahî gelên Sûriyê hate pîrozkirin û hate gotin,  Cejan Ekîto sembolên çanda dîrokî ya gelên herêmê ye.

Paşê Koma Ornîna dîlanên folklorî yên Suryan û Asur pêşkêş kirin. Ji aliyê zarokên şehîdan ve kêk hate qutkirin û şêranî hate belavkirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published.