Thursday, July 7, 2022
HomemanshetDewreya 11’emîn a fermandaran dest pê kir
manshetNûçe

Dewreya 11’emîn a fermandaran dest pê kir

Akademiya Şehîd Ezîz Ereb a Fermandaran dewreya perwerdeya ya 11’emîn bi navê “Dewreya Şehîd Ebdellah Til Temir” dest pê kir.

Ev dewreya ku di nav de 46 şervanên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, dê du mehan dirêj bike û waneyên çandî û siyasî tê de werin dayîn.

Merasîma vekirina dewreyê bi xuleyeke rêzgirtin li ser giyanê pakrawanên azadiyê dest pê kir, piştre bi beşdariya fermandaran toreneke leşkerî ji aliyê şervanan ve hate pêşkêşkirin.

Di dawiya torenê de şervanan sonda leşkerî xwarin ku wê parastina hemû destkeftiyan biparêzin ku bi saya xwîna pakrawanan hatine bidestxistin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *