Thursday, July 7, 2022
HomeCihêrengGulîstanên Reqqayê têne amadekirin
CihêrengmanshetNûçe

Gulîstanên Reqqayê têne amadekirin

REQQA – Komîteya Hawirdor û Daristanan a girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Reqqa bi hatine demsala buharê re gulîstanên bajêr amade dike, gemara ku di hundirê wan de kom bûye radike û davêje derveyî bajêr.

Şopdarê Şaxê Daristan û Daran ê Şaredariya Gel Mihemed El-Elî got: “Gulîstana Reşdî, Gulîstana El-Beydaa û Gulîstana Lîstokan bi temamî hatine amadekirin û rojane bi sedan kes ji xelkê bajêr serdana wan dikin.”

El-Elî tekez kir ku karê wan berdewam dike da ku Gulîstana El-Mirûriye jî amade bikin, gîhayê lê bidin çandin û rexriyên wê sererast bikin.

Mihemed El-Elî got: “Bi giştî piştî paqijkirina gulîstanê planeke me ya pêşerojê heye, em ê daran li wir biçînin û daristanê vegerînin mîna berê. Çi daristanên din jî yên heyî em ê amade bikin.”

Ev gulîstan jî yek ji 7 gulîstanên bajarê Reqqayê ye, ku heta niha 3 ji wan hatine amadekirin û şêniyên bajêr rojane demên xwe lê derbas dikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *