Thursday, September 24, 2020
HomeCihêrengCeyran vedigere gundên başûrê Tebqa
CihêrengmanshetNûçe

Ceyran vedigere gundên başûrê Tebqa

TEBQA – Piştî qutbûna zêdetirî 2 salan, careke din li deverên neştecih ku dikevin başûrê bajarê Tebqayê ceyran vegeriya.

Ekîbên Sererastkirinê yên girêdayî Gerînedeya Ceyranê ya Tebqa li gundê El-Efiyan terensekî ceyranê danîn. Ev gund 25 km dikeve başûrê gundewarê bajarokê El-Mensûra.

Ji Gerînendeya Ceyranê Ebdellah El-Îd got: “Me terensekî bi hêza 50 Kîlo Volt/Amper li gundê El-Efiyan danî û toreya ceyranê sererast kir.”

El-Îd ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “Em niha kar dikin ku ceyranê bigihînin deverên neştecihên biçûk ku dûrî navendên bajar û gundan dikevin. Dê ekîbên me karê xwe berdewam bikin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *