Navenda Eyadî perwerdeya 60 kesî bi dawî kir

0 58

TEBQA – Navenda “Eyadî” ya Perwerdeya Pîşeyî îro pêncşemê dewreya xwe ya çaremîn ku 60 kes di nav de cih digirin bi dawî kir, armanc jê ew bû ku dawî li bêkariyê were.

Karîgerê Navenda Eyadî Ebdulkerîm El-Rawî bal kişand ku perwerdeya wan li ser çandinî, kenalîzasyon, sererastkirina toreyên ceyranê û karê destan bû.

El-Rawî da xuyakirin ku perwerde du mehan dirêj kiriye û kesên ku pêdiviya wan zêde bi kar hebû ji bo dewreyê hatine hilbijartin, mîna jinên berdayî û jinên bî.

Di dawiya dewreyê de bawername li ser beşdaran hatin belavkirin da ku bikaribin pê dest bi kar bikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.