Şaredariyê xetên karîzan guhertin

0 54

REQQA – Navenda Kenalîzasyonan a girêdayî Şaredariya Gel a Reqqa projeyên xwe yên guhertina xetên kevin ên karîzan berdewam dike.

Ekîbên Navenda Kenalîzasyonan li ser giliyên hemwelatiyan li kolana Til Ebyed û Bazara Navendî dest bi kar kirin û xetên karîzan vekirin.

Piştî ku ew xet hatin vekirin, hate xuyakirin ku bi dirêjahiya 25 metreyan hatine girtin. Ji ber wê yekê şaredariyê flomatên nû yên bi firehiya 50 inch bi cih kirin da ku tevgera avê hêsan bike.

Eseed El-Nehar ku li ser projeyê disekine got: “Ji ber baranên vê dawiyê lehî çêbûn û gelek gemar bi xwe re derbasî xetên karîzan kirin.”

El-Nehar soz da hemwelatiyan ku yekser bersiva banga wan bidin li gorî defetên heyî yên Şaredariya Gel.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.