Sunday, November 29, 2020
HomeCihêrengLi Hesekê tovê “Heleb-124” tê belavkirin
CihêrengmanshetNûçe

Li Hesekê tovê “Heleb-124” tê belavkirin

HESEKÊ – Weke amadekarî ji bo demsala havînê Şaxê Berhemdariya Şînkahî yê girêdayî Komîteya Çandiniyê li Hesekê dest bi belavkirina tovê pembo yê “Heleb124″ kir.

Her kîloyek tov bi buhayê 350 lîreyên Sûriyê tê firotin li gorî plana çandiniyê ku hatiye danîn.

Endizyarê Çandiniyê yê Şaxê Berhemdariya Şînkahî Salih Xidêr da xuyakirin ku ji bo her donimek erd dê 3 kg ji tov were dayîn, ev yek jî li gorî plana giştî ya erdên çandiniyê ye.

El-Xidêr ji bo cotkaran got ku pêwîste ew cureyê tov ê “Heleb-124” bi kar bînin, ji ber ku ew tovê herî xurt û parastî ye, ew dikare li hemberî nexweşiyan li ber xwe bide.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *