Saturday, January 22, 2022
HomeCihêrengLi Tebqa “Çerxerêya Şehîd Hebûn Ereb” hat vekirin
CihêrengmanshetNûçe

Li Tebqa “Çerxerêya Şehîd Hebûn Ereb” hat vekirin

TEBQA – Rêveberiya Sivîl a Tebqa ji nû ve Çerxerêya El-Sed hazir kir û navê “Çerxerêya Şehîd Hebûn” lê kir.

Li ser çerxerêyê peykerekî şervana YPJ Hebûn hat danîn û di endîza 7’emîn a damezirandina Yekîneyênê Parastina Jin “YPJ” de ew çerxerê hate vekirin.

Di merasîmê de hejmarek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêveberiya Sivîl a Tebqa û xelkê bajêr amade bûn.

Çerxerêya Şehîd Hebûn Ereb yek ji aliyên sereke yên ketina bajarê Tebqa ye û ji ber dilsoziya bi şervana YPJ’ê re çerxerê weke diyarî bi navê wê hate vekirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *