TEBQA – Îsal ji ber barana zêde bajarê Tebqa yê bakurê Sûriyê bi rengê buharê rengî bûye û wêneyekî xweşik berz kiriye.
Cotkarê bi navê Ebdulfetah El-Fendî dibêje yek ji xelkê bajarê Tebqa ye û di heman demê de şivantiyê jî dike. Ew dibêje: “Bê guman buhara îsal gelek xêra wê heye. Barana îsal bû alîkar ku berhemên çandiniyê baştir bibin mîna genim, ceh, nîsk û hwd.”
Ebdultefah got jî: “Xêra buharê hîmanekî erênî bû ji bo karê sewaldariyê li tevahiya herêma Cizîrê.”
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk