Thursday, September 24, 2020
HomeCihêrengLi nav zeviyên Reqqa nexweşî belav bûye
CihêrengmanshetNûçe

Li nav zeviyên Reqqa nexweşî belav bûye

REQQA – Piştî baranên dijwar li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tê gotin li nava hin zeviyên çandiniyê kêzikên bi zirar belav bûne.

Lewma Nivîsgeha Parastinê ya Komîteya Çandiniyê ya Encumena Sivîl a Reqqa di nava zeviyên genim û ceh de gerek pêk anî.

Di wê gerê de hate xuyakirin ku li nava zeviyên genim ên herêma Reqqa kêzika bi navê “Sûtê” belav bûye. Ev nexweşî di salên 2001 û 2002’an de bûye sedema têkçûna demsala çandiniyê li Reqqa.

Hevserokê Nivîsgehê Hemûd El-Hesen sedema hatina vê nexweş bi baranên dijwar ên herêmê û germahiyê ve girê da û tekez kir ku nexweş negihiştiye ew radeya metirsîdar.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *