Thursday, July 7, 2022
HomeCihêrengWê li kolanên Reqqa dermanê kêzikan were belavkirin
CihêrengmanshetNûçe

Wê li kolanên Reqqa dermanê kêzikan were belavkirin

REQQA – Navenda Tenduristiyê ya Şaredariya Gel a bajarê Reqqa 1000 lîtir ji dermanê cehrê yê kêzikan wergirt û dê ew derman li nava taxên bajêr were belavkirin da ku bi germahiyê re kêzikên pîs dernekevin.

Mêşa Laşmanya ango “Mêşa qûmê” yek kêzikên herî metirsîdarin. Sala borî piştî vegera xelkê bajarê Reqqa ji ber nebûna dermanan ew kêzik derket û li nav xelkê belav bû.

Îsal ji bo ku careke din ew mêşa hanê dernekeve, wê şaredarî li nava mal û kolanên bajarên Reqqayê dest bi pêngava belavkirina derman bike.

Serokê Şaxê Dermanê Kêzikan yê Navenda Tenduristiyê ya Şaredariya Gel Fîras Îsmaîl tekez kir ku wan di vê çarçoveyê de 1000 lîtir derman wergirtiye.

Îsmaîl destnîşan kir ku dema rewşa hewayên xweş bibe û baran bisekinin, ew ê yekser dest bi belavkirin derman bikin.

NAVENDA RAGIHANDINÊ YA HÊZÊN SÛRIYA DEMORKATÎK

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *