Friday, October 23, 2020
HomemanshetAkademiya Jinên Sûriyê dewreya 11’an vekir
manshetNûçe

Akademiya Jinên Sûriyê dewreya 11’an vekir

TEBQA – Akademiya Jina Sûriyê ya bajarê Tebqayê bi navê “Şehîd Silava Efrîn” dewreya perwerdeyê ya 11’emîn dest pê kir ku 31 endamên saziyên rêveberiya sivîl tê de cih digirin.

Di dewreyên akademiyê de waneyên siyasî û çandî derbarê rola jinê û şêwazên rizgarkirina wê ji hişmendiya desthilatdar têne standin.

Di wan perwerdeyan de her wiha derbarê şerê taybet de jî wane têne dayîn, ku ew şer ji aliyê rêjîmên desthilatdar li ser gelan tê meşandin.

Ji rêveberên akademiyê Dîna El-Ebdellah diyar kir ku dewre 20 rojan berdewam dike û tê de jin rola xwe nas dike û fêr dibe ku çawa hêza xwe bi awayekî xweser bi kar bîne.

Beşdarvana perwerdeyê Malîka El-Mehmûd jî got: “Jin pêdivdarî van perwerdeyan e, bila tevahiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyê tevlî van akademiyan bibin da ku rola xwe di pêşengiya civakê de bilîzin.”

Hêjayî gotinê ye, heta niha 282 jin di dewreyên Akademiya Jina Sûriyê ya bajarê Tebqayê de perwerde dîtine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *