Saturday, December 5, 2020
HomemanshetMSD li gel serokeşîrên Şedadê civiya
manshetNûçe

MSD li gel serokeşîrên Şedadê civiya

ŞEDADÊ – Bi vexwendina Encumena Sûriya Demokratîk îro li navçeya Şedadê bi beşdariya şêx û rûspiyên eşîreyan û nûnerên encumenên sivîl civînek pêk hat.

Di civînê de piştî xuleyek rêzgirtinê Endamê Serokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo axivî û rewşa siyasî ku herêm tê re derbas dibe, her wiha serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk li ser rêxistina DAIŞ’ê bi hûrgulî nirxand.

Dîbo girîngiya rola eşîreyan di şerê tunekirina DAIŞ’ê de bi bîr xist û bal kişand ku DAIŞ’ê di warê xaknîgarî de tune bûye, lê şaneyên wê yên razayî li deverê belav bûne.

Dîbo got: “Divê em bi hev re kar bikin da ku bikaribin dawiyê wan şaneyên razayî bînin ku li deverê belav bûne.”

Endamê Serokatiya MSD’ê bang li xelkê herêmê û eşîreyan kir ku têkoşîna xwe berdewam bikin ji bo tunekirina DAIŞ’ê û avakirina Sûriyeke pir rengî û ne navendî.

Ji aliyê xwe ve ji rêveberên Nivîsgeha Jinê ya MSD’ê Emel Şemdîn axivî û bal kiaşnd ser rola jinan di pêvajoya li pêşiya me de. Şemdîn bang li tevahiya jinan kir ku kar bikin û hebûna xwe bisepînin.

Di dawiya civînê de rayedarên MSD li şêxên eşîreyan guhdar kirin û pirsgirêkên deverên wan bi wan re gotûbêj kirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *