‘Zarok bûne dayîk’

0 109

REQQA – Rêxistina “Beyt El-Muwatîna” bi hevahengiya Rêveberiya Jinê ya Encumena Sivîl a Reqqayê bi sernivîsa “Zarok e ne hevjîn e (Zarok bûne dayîk)” semînerek organîze kir.

Semîner bi beşdariya Rêveberiya Jinê, Nivîsgeha Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet û endamên çend rêxistinan bi rêve çû.

Di semînerê de sedemên zewaca bi temenê biçûk hatin şîrovekirin û hate gotin ku ev yek ji ber nezaniya civakî û mercên aborî çêbûye. Derketina rêxistina DAIŞ’ê jî ev diyarde bêhtir kiriye û jin kiriye mîna tiştekî ku were firotin.

Berpirsa Şaxê Jinê li gel Rêxistina “Beyt El-Muwatîna” Hela El-Elî tekez kir ku pêwîste ew ji vê diyardeyê xelas bibin û got: “Di dema DAIŞ’ê de hemû mafên jinan hatibûn jidestgirtin. DAIŞ jin dûrî perwerde û kar xistibû. Di encamê de rêjeya jinên nezan zêde bû, her wiha tevlîbûna jinê di nava civakê de kêm bû, jin ji civakê tirsandibûn.”

Di semînerê de hin rêbazên çareseriyan hatin pêşniyarkirin da ku rola jinê were aktîvkirin û êdî zewaca temenê biçûk were sînordarkirin.

Pêşniyar hate kirin ku dibistaneke taybet bi perwerdekirina hunerên jinan were vekirin, nemze ji bo ew jinên ji ber mercên civakî û aborî astengiyan dikişînin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave A Reply

Your email address will not be published.