TEBQA – Komeleya “Ji bo Tebqa hêviyeke baştir” bi alîkariya Komîteya Aborî ya Encumena Sivîl a Tebqayê piştevanî da xwediyên masîgehên bajêr ku ji aliyê Gerînendeya Çandiniyê ve rûxsetên xwe girtine.
Alîkariya ji bo xwediyên masîgehan hatiye pêşkêşkirin ji “Berade, sellik û alavên taybet ên masîgehan” pêk tê.
Ji Serokatiya Komîteya Aborî ya Tebqa Ehmed El-Silêman got: “Berî demeke Gerînendeya Çandiniyê alîkarî ji bo nêçîrvanan pêşkêş kir û niha jî Komeleya ‘Ji bo Tebqa hêviyeke baştir” alîkariya masîgehan dike.”
Armanc ji vê pêngavê ew bû ku berhemên herêmî ji masiyan were zêdekirin û proseya nêçîrvaniyê were birêxistinkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk