Wednesday, December 1, 2021
HomeCihêrengKarîzên ji ber baranê xetimîne têne guhertin
CihêrengmanshetNûçe

Karîzên ji ber baranê xetimîne têne guhertin

REQQA – Şaredariya Gel bi alîkariya Encumena Sivîl a Reqqayê dest bi guhertina xetên kenalîzasyonê yên li derdora Çerxerêya El-Neyîm a bajarê Reqqayê kir.

Ess’ed El-Nehar ku çavdêriyê li projeyê dike, tekez kir ku wan beriya 2 rojan dest bi vî karî kiriye û wê hetanî hefteyekê xebatên xwe berdewam bikin.

Li gorî El-Nehar daye xuyakirin vê dawiyê li bajarê Reqqayê tunelek nû di bin erdê de hatiye vedîtin ku Çerxerêya El-Neyîm û Şaredariyê digihîne hev, her wiha ji ber baran û lehiyên vê dawiyê xetên li wê deverê hatine xetimandin.

Wê xetên kenalîzasyonê yên kevin werin rakirin û li şûna wan xetên nû werin bicihkirin. Piştî ku li ser were girtin jî wê dîsa ew rê werin qîrkirin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demorkatîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *