REQQA – Komîteya Parastina Xweser, fermandarên leşkerî yên bajarê Reqqa ji bo lehengiya li nava pêngavên leşkerî yên li hemberî terorê xelat kir.
Hevserokên komîteyê Mehmûd Îsmaîl û Semîra Ehmed di merasîma xelatkirinê de tekez kirin ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û soz dan ku destkeftiyên deverê biparêzin ku bi saya xwîna pakrawanan hatine bidestxistin.
Mehmûd Îsmaîl bal kişand ser rola Hêzên Ewlekariyê û Hêzên Dîsplîna Leşkerî ku xelkê sivîl ji şaneyên razayî yên rêxistina DAIŞ’ê diparêzin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demorkatîk