HomeCihêrengŞaredarî pirsgirêkên Til Tewîl çareser dike
CihêrengmanshetNûçe

Şaredarî pirsgirêkên Til Tewîl çareser dike

HESEKÊ – Şaredariya Gel a bajarokê “Til Tewîl” ê girêdayî bajarê Hesekê dest bi projeyên qîrkirina kolanan û sererastkirina xetên karîzan kir.

Hevseroka Şaredariya Gel a “Til Tewîl” Xalîse Hemê da xuyakirin ku şaredarî bi alav û derfetên di dest xwe de kar dike ji bo çareserkirina pirsigrêkên xetên karîzan li bajarok û gundên derdorê.

Hemê destnîşan kir ku şaredarî wê xetên karîzan ên li malan jî her hefteyekê carekê paqij bike, hetanî ku toreyek nû were danîn.

Hemê diyar kir jî ku karmendên şaredariyê di halê hazir de şopmayên ji ber rewşa xerab a hewayê çêbûne, radikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *