Monday, September 23, 2019
HomeÇalakîAkademiya Firat yekem salvegera xwe pîroz dike
ÇalakîmanshetNûçe

Akademiya Firat yekem salvegera xwe pîroz dike

REQQA – Akademiya Firat a Ramyarî û Pêşxistinê bi boneya yekem salvegera damezirandina xwe pîrozbahiyek bi rêve bir. Di pîrozbahiyê de nûnerên ji saziyên leşkerî û rêvevberiyên sivîl amade bûn.

Pîrozbahî bi xulekek rêzgirtin li ser giyanê pakrawanan dest pê kir, piştre gelek axaftin hatin pêşkêşkirin yek jê Serokê Komîteya Perwerde û Hîndekarî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb El-Mişrif bû.

El-Mişrif pîrozbahî li salvegera damezirandina akademiyê kir û da xuyakirin ku ew akademî bûye jîngeha çand û ramanên azad, her wiha riya yekem a ber bi civaka azad û demokratîk ve.

Berdevkê akademiyê Casim El-Elî jî axaftinek kir. El-Elî behsa dîroka avakirina akademiyê kir û da zanîn ku akademiyê 8 dewreyên perwerdeyê ji bo mamosteyên Tebqa, Reqqa, Minbic û Dêra Zorê vekiriye. Di heyama wan dewreyan de 375 kes hatine perwerdekirin.

Li gorî berdevkê akademiyê, armanc ji wan perwerdeyan ew e ku zanebûn û ramyarî di nava civakê de belav bibe, her wiha azadiya jinê û wekheviya dada civakî arast bibe.

Di dawiya pîrozbahiyê de kesên hazir di hundirê akademiyê de geriyan da ku wê ji nêz ve nas bikin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *