REQQA – Şaredariya Gel a bajarê Reqqa piştî bidawîkirina xebatên sereratkirina “Navenda lêkolînkirina zimhêrê” dest bi wergirtina alavên taybet bi lêkolînkirina madeyên xwarinê kir.
Navend piştî wergirtina alavên pêwîst, wê çend rojên li pêşiya me dest bi karê xwe bike û madeyên xwarinê lêkolîn bike da ku ziyan negihêje tenduristiya hemwelatiyan. Di vê navendê de wê kadroyekî pispor kar bike.
Serokê navendê Mihemed Nûr El-Hindî got: “Me hin alav wergirtin wê bi Zabîteya Pêjiyanî re bibin alîkar da ku nas bikin kîjan made dema wan xelas bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk