Saturday, January 22, 2022
HomemanshetLi gundê “El-Bo Asî” Navendê Jinê vebû
manshetNûçe

Li gundê “El-Bo Asî” Navendê Jinê vebû

TEBQA – Rêveberiya Jinê li herêma Tebqa bi beşdariya nûnerên Encumena Zagonsaz, Encumen Cîbicîkar, Komîteya Jinê û Encumena Malbatên Şehîdan li gundê El-Bo Asî navendeke Encumena Jinê vekir.

Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî beşdarî merasîma vekirina navendê bûn.

Merasîm bi xulekek rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir, piştre li ser navê Komîteya Jinê Welaa El-Nacî derbarê dîroka jinê û girîngiya rola wê di nava civakê de axivî.

El-Nacî axaftina xwe berdewam kir: “Jinê bi azadiya ramanê gavên mezin li Reqqa, Tebqa û Dêra Zorê avêtine. Weke jinên Ereb divê em destkeftiyên xwe biparêzin û destê xwe bidin hev.”

Paşê bi navê Rêveberiya Jinê li Tebqa Meryem Osman axaftinek pêşkêş kir. Osman spasiya hemû kesên beşdar kir û bang li jinan kir ku xwe azad bikin.

Meryem Osman anî ziman jî ku armanc ji vekirina navenedê, pêşxistin û zanebûna civakê ye, ku jin bi awayekî aktîv tê de rola xwe bi cih bîne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *