Friday, October 18, 2019
HomemanshetReqqa pakrawanê xwe Hisên El-Hisên oxir dike
manshetNûçeŞehîdên me

Reqqa pakrawanê xwe Hisên El-Hisên oxir dike

REQQA – Xelkê bajarê Reqqa û gundewarê wê îro cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Hisên El-Hisên li Goristana El-Hikûmiyê oxir kirin.

Di merasîma veşartinê de fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk, rayedarên Encumena Sivîl a Reqqa, Saziya Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Jinê amade bûn.

Merasîm bi xulekek rêzgirtin li ser giyanê pakrawanan û toreneke leşkerî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve dest pê kir.

Piştre ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk Mihemed Îsmaîl ji bo malbata Hisên El-Hisên sersaxî xweset û got: “Em li pêşiya pakrawanan bejna xwe ditewînin ku ji bo vê axê canê xwe feda kirin. Ji bo em bi aramî û azadî jiyan bikin. Ji bo me û wan dilovaniyê dixwazim.”

Îsmaîl axaftina xwe bi vî rengî berdewam kir: “Ji Kobanê hetanî Reqqa, Dêra Zorê û Efrînê xwîna pakrawanan tevlî hev bûye. Em ti carî wan ji bîr nakin, ew di dilê me de sax in. Wê hertim dîrok behsa van pakrawanan bike.”

Endamê Encumena Malbatên Şehîdan Îbrahîm El-Recul jî got: “Em xwe radest nakin, ji ber ku me xwîna zarokên xwe pêşkêşî azadiyê kiriye.”

Paşê belgenameya pakrawaniyê ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Hîba El-Hesen ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiyê de piştî nimêja li ser cenazeyê, di nava tilîliyên dayîkan û durişmeyên dilsoziya bi pakrawanan re cenazeyê Şervanê QSD’ê Hisên El-Hisên li goristanê hate veşartin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *